Piştî 13 salan geştên Stenbol-Helebê dest pê kirin

Piştî 13 salan geştên Stenbol-Helebê dest pê kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 1ê Tebaxa 2025an, piştî 13 salan cara yekem seferên asmanî di navbera Stenbol û Helebê de dest pê kirin.

Geşta yekem a piştî 13 salan bi rêwîtiya 145 kesan ji Stenbolê gihîşt balafirxaneya Helebê ya Sûriyê.

Hate diyarkirin ku wê geştên navbera herdu bajaran ji 1ê Îlonê ve her roj bi awayekî rêkûpêk bêne kirin. Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Helebê Muammer Hakan Cengiz got: “Em kêfxweş in ku geşt dîsa dest pê dikin. Heleb ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û di navbera me de têkiliyên dîrokî û çandî hene.”

Bilêtên çûnûhatinê di navbera her du aliyan de ji 299 dolaran dest pê dikin. Geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Şamê de jî piştî ruxana rejîma Esed ji nû ve dest pê kiribûn.

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.