Yaîr Netanyahû: Çima welatên Ewropî statuya dewletbûnê nedane Kurdistanê?

Yaîr Netanyahû: Çima welatên Ewropî statuya dewletbûnê nedane Kurdistanê?

PeyamaKurd – Yaîr Netanyahûyê, kurê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû, li ser medyaya civakî bal kişand ser têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê.

Yaîr Netanyahû li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê Alaya Kurdistanê belav kir û tekez kir ku axa ku nêzîkî 45 milyon Kurd lê dijîn, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin.

Netanyahû di posta xwe de got,  

"Kurdistan xwedî nifûsa nêzîkî 45 milyonî ye, û Kurd hevalbendên welatên rojavayî yên wekî Almanya ne. Lêbelê, erdên wan li çar welatên cuda parçe bûne," û pirsek ji welatên rojavayî kir:

"Çima Fransa, Spanya, Îrlanda, Îngilîstan, Norwêc, Portekîz, Kanada, Almanya, Malta û Slovenya statuya dewletbûnê nedane Kurdistanê?"

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.