Seferên Tirkiyê û Îranê yên hewayî destpêdikin

Seferên Tirkiyê û Îranê yên hewayî destpêdikin

PeyamaKurd – Ji ber şerê navbera Îran û Îsraîlê seferên rêwiyan yên rêyên hewayî yên navbera Îranê û Tirkiyê rawestiyabûn. Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu, ragihand ku wê seferên xeta Meşhedê û Îstenbolê îro destpêbikin. Uraloğlu got:

“Di xeta Meşhed-Îstenbolê de wê seferên ku rêwiyên Îranê ji Îranê bînin Îstenbolê îro destpêbike. Bi van seferan piştî 15 rojan wê rêya navbera Îran-Tirkiyê ji nûh de vebe.

Wê seha hewayê ya Tebrîz û Tehranê girtîbe û heya 2yê Temmûzê dewam bike. Ji bo balafirên me yên li Îranê mane, ji bo em wan bînin Tirkiyê bi rayedarên Îranê re hevdîtinên me dewam dikin. Em dixebitin da balafirên xwe di wextekî kurt de bînin Tirkiyê.”

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.