Trump: Min Hamaney ji kuştinekî berbat û kêmxistî rizgar kir

PeyamaKurd – Li ser ku dibêjin serokê Amerîkayê Donald Trump serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaneyî kiriye hedefê û dixwest ew bikuje, Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Truth Social de daxwuyanî da û got:
“Min Hamaney ji mirinekî berbat û kêmxistî rizgar kir. Ne raste ku Îran şerê bi Îsraîlê re qezenc kiriye. ‘Goya serokê dîniye’, serokê Îrana ku bi şer xerabe bûye. Çima Ayetullah Ali Hamaney tişteka weha bi rebenî dibêje? Ew jî zane ku ev gotin derew e. Rewş newsaye.”
Trump got ku li Îranê her sê tesîsên nuklerî xebar bûne, ew dizanibû ku Hamaney xwe li ku derê vedişêre û îznê nedaye ku artêşa DYAyê jiyana wî bi dawî bikin. Trump weha dewam kir:
“Di roja dawiyê ya şer de balafirên ku çûn ser Tehranê min wan paşde dagerand. Min zanibû wê Tehran xerabe bibe û gelek Îranî bên kuştin. Ez li ser rakirina givaşan û mijarên din dixebitîm. Lê li ser bertekên Îranê min wan xebatan da rawestandin.”
Trump her weha got ku divê Îran dagere nav nîzama dinyayê, eger danegere wê rewşa wan xerabtir bibe û balê kişand ser rewşa Îranê ya aboriyê û leşkerî û got ku divê Îran terefê aştiyê be.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




