Senatoya Amerîka dostê Kurdan ji bo Rojhilata Navîn erkdar kir

PeyamaKurd- Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji bo Alîkariya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berpirsiyarê karên Rojhilata Nêzîk-Rojhilata Navîn, Joel Rayburn erkdar kir.
Rayburn, wekî kesayeteke siyasî û dîplomatîk a piştevaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike tê naskirin.
Bi erkdarkirina Rayburn re tê çaverêkirin ku Amerîka hevkariya xwe bi hêzên Kurd ên Sûriyê re bidomîne.
Li gorî nirxandinan tayînkirina Rayburn wekî nîşanekê tê dîtin ku DYA di siyaseta xwe ya li ser Sûriyê û mijara Kurdên Rojava de wê guhartinan neke.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




