Serokwezîrê Lubnanê bersiva Hizbullahê da: Biryara ser, bi tenê ya dewletê ye

Serokwezîrê Lubnanê bersiva Hizbullahê da: Biryara ser, bi tenê ya dewletê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam roja Înê, 7ê Mijdara 2025an, bi daxuyaniyeke tund bersiva rêxistina Hizbullahê da û tekez kir ku desthilatdariya biryargirtinê di mijarên şer û aştiyê de, nemaze li hember êrîşên Îsraîlê, tenê ya dewletê ye.

Selam di Lûtkeya Teknolojî û Hişê Çêkirî de axivî û got, "Çek û biryarên şer li welatê wî divê bi tevahî di destê dewletê de bin."

Daxuyaniya Serokwezîr piştî wê yekê hat ku Hizbullahê nameyek ji serokên Lubnanê re şand û redkirina xwe ya danûstandinên bi Îsraîlê re ragihand, bi hinceta ku "Lubnan niha di pêvajoya bidawîanîna êrîşkariyê de ye, ne di danûstandinan de."

Selam, li dijî vê helwestê, tekez kir ku "Dewleta Lubnanê di biryarên şer û aştiyê de desthilatdariya xwe ji nû ve ava kiriye." Ev nakokî piştî ku Serok Joeph Aoun amadebûna xwe ya ji bo diyalogê bi Îsraîlê re bo çareserkirina nakokiyên sînor diyar kiribû, zêde bû.

Selam kêfxweşiya xwe anî ziman ku "Lubnan vegeriyaye cîhana Erebî û cîhana Erebî dîsa Lubnan hembêz kiriye."

Serokwezîr ragihand ku rûpeleke nû di têkiliyên bi Sûriyê re hatiye vekirin, û "Serdema destwerdana Lubnanê di karûbarên Sûriyeyê û destwerdana Sûriyeyê di Lubnanê de êdî bi dawî bûye."

Wî diyar kir ku gelek penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe û tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêde bibe.

Di hefteya borî de, nûnerê taybet ê DYA, Tom Barrack, bang li Lubnanê kiribû ku dest bi danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re bike.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.