Amerîka bi cezayên nû, zextê li ser tora darayî ya Hizbullahê dike

Amerîka bi cezayên nû, zextê li ser tora darayî ya Hizbullahê dike

PeyamaKurd – Îro, roja Înê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li dijî kes û torên ku bi fînansekirina Hizbullaha Lubnanê tên tometbarkirin, cezayên nû ferz kirine, bi taybetî ew kesên ku bi deh an milyon dolaran pere ji Îranê ji bo vê komê vediguhezin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bêrûdê di daxuyaniyekê de pabendiya Washingtonê ya ji bo "piştgiriya Lubnanê bi eşkerekirin û têkbirina fînansmana veşartî ya Îranê ji bo Hizbullahê" dubare kir. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Amerîka dê "hemû amûrên di destê xwe de" bi kar bîne da ku rê li ber vê komê bigire ku "êdî ji bo gelê Lubnanî yan jî herêmê gefê çêneke".

Li gorî Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve, Thomas "Tommy" Pigott, kesên ku nû hatine cezakirin, bi karsaz û torên guhertina pereyan re hevkarî kirine da ku veguhestinên mezin ên pereyan ji Îranê hêsantir bikin û karûbarên bazirganî yên veşartî ji bo fînansekirina çalakiyên Hizbullahê birêve bibin.

Ev pêngav di çarçoveya siyaseta demdirêj a Amerîkayê de ye. Washingtonê di sala 1997an de Hizbullah wek "Rêxistineke Terorîst a Biyanî" û di sala 2001an de jî wek "Hebûneke Terorîst a Cîhanî ya Bi Taybetî Hatiye Destnîşankirin" ragihandibû.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.