Washington | Ehmed Sera û fermandarên CENTCOMê bi gogê leyîstin

Washington | Ehmed Sera û fermandarên CENTCOMê bi gogê leyîstin

PeyamaKurd- Serokê qonaxa veguhêz a  Sûriyê Ehmed Şera ku beriya were ser deshilatê Amerîkayê 10 milyon dolar ji bo girtina wî xelat danîbû, cara yekem serdana Washingtonê kir.

Biryar e sibe Şera û Serokê Amerîkayê Donald Trump yekem car rûbirû bicivin û hinek peymanan jî îmze bikin.

Beriya wê hevdîtina girîng, Ehmed Şera ligel fermandarê CENTCOMê jî Admîral Brad Cooper û Serokê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kevin Lambert bi basketbolê leyîstin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî dîmen belav kir û got, “Pir bixebite pir bileyîze. Em lige Admîral Brad Cooper û Tuggeneral Kevin Lambert li sehayê çend lîstikan dileyîzin.”

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.