PeyamaKurd – Ev demek e bi taybet piştî şerê Xezeyê Rojhilata Navîn dikele û her diçe rageşî zêde dibe. Piştî kuştina Serokê Buroya Sîyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê jî tansîyona hîn bilindtir bûye û bendewariyek bo êrîşa bersivdanê ya Îranê heye. Di vê rewşa zîz a herêmê de, hevsengiya hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn û cîhanê tê nîqaşkirin. Herwiha rewşa Kurdan di nav van aloziyan de çi ye û dikarin çi bikin jî pirseke din a girîng e.
Pisporê zanista siyasetê Doç. Dr. Ekrem Onen, di reweşeke wiha ya serdemî de, mijara pirsa Îsraîl-Filîstînê, hevsengiya aktorên cîhanê li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan ji PeyamaKurd re nirxand.
Êrîşa Îsraîlê ya ser Filîstînê encamek e
Ekrem Onen dibêje: “Êrîșa Îsraîl li ser Filistînê encamek e. Heger em xwe ji îlustrasyonê bi durxin û li rastîya mesela bigerin, ev pirs pirsa doza azadîya gelê Filîstîne ye ku ji piṣtî şerê cîhanê yê duyemîn yekîtîya netewan biryara damezirandina dewleta Filistîn qebûl kiriye ve em vê dizanin.”
Li ser mijara pirsa Kurd û rewşa Kurdan jî Onen balê dikişîne ser ku Kurdan di sed salên dawî de nekarîye stratejiya welatên zilhez bibînin û niha jî Tevgera Kurd wek sed sal berê stratejiya welatên zilhêz nabîne.
Herwiha Ekrem Onen dide zanîn ku di 30 salên dawî de firsendeke baş ketiye destê Kurdan lê wan baş bi kar neaniye û tişta li Rojavayê Kurdistanê dibe jî wekî şikestinekê dinirxîne.
Welatên Rojava û Anglosakson du dewletiya Filîstîn-Îsraîlê qebûl nakin
Tevî cîhan tev qebûl dike ku du dewlet (Îsrail û Filistîn) li kêleka hev bin lê welatên rojava bi teybet Anglosakson û Îsraîl vê qebûl nakin. Sebebê asasî ev e.
Ji bo çi nuha ev pirs dîsa gurîx bû? Ji ber nu șerekî ne îlankirî yê cîhanê di rojevê deye, ev ṣer di navbera Neo liberalîst (Anglosakson û vasalê wan) ku li dijî serwerîya dewlet netewe ne û konservatîv-patrîot (Rûsya federal ú Çîn) ku dibên her dewlet-netewe dibe xwedî serwerî bin e.
Li ser nîzama nû ya cîhanê li hev nakin
Ji bo ku gengeṣîya navbera nav van herdû alîyan xurt bûye ku li ser nizameke nuh a cîhanê li hev nakin, li gelek alîyên cîhanê gelek dewlet û milletên doza serwerîya xwe dikin li hember neo lîberalîstan ketin nav tevgerek aktîv. Wek li Asya,Afrika,Emerîka latînî herwiha li rojhilata nêzîk û navîn jî, wek mînak di vê sala dawî de çend welatên Afrîkî wek Burkîna Faso, Nêger, Gine û gelekî din êrîṣî basên eskerî yên Fransa û DYA li van welatan kirin û basê wan girtin.
Helwesta Rûsya ji xwe re wek firsend dibînin
Eskerên Fransa û DYA li van welatan derxistin û herwiha filîstînî jî wiha. Sebeb ew e ku van tev ji ber Rûsya federal niha vekirî dibê em ê rê nedin Anglosakson wek dixwazin tevbigerin, ev welat û miletê doza serwerìya xwe dikin, vê helwesta Rûsya ji bo xwe wek fersendek baṣ dibînin ji ber wê jî serî li hember Anglosakson û vasalê wan hildidin. Filîstîn jî yek ji van e. Heta dewleta Filîstın ava nebe wê ev pirs her di rojevê de be.
Kurdan di sed salên dawî de nekarî stratejiya welatên zilhez bibînin
Wek tê zanîn di van 100 salên dawî de 2 nizam li cîhanê çêbûn (1916 bi tifaqa Sykes-Picot û ya dudan bi tifaqa Yalta 1945 a di navbera Stalîn, Roosevelt û Churchill de) van her du nîzaman de gelek xedir li Kurdan bû û Kurd bê maf û bindest man. Di her du nizaman de tișta asasî ku Kurd nebûn aktor hinek sebebên din hebin jî lê sebebê asasî ew bû Kurdan nikarîbûn stratejîya welatê zirhêz baș bibînin bê ka di stratejîya van welatan a herêma Rojhilata nêzîk û navîn de cihê Kurdan heye an na? Yan heger heye çiye?
Tevgera Kurd niha jî wek sed sal berê stratejiya welatên zilhêz nabîne
Heger tune ye em dikarin cihekî ji Kurdan re çêkin? Dema tu li tarîxa tevgera Kurd a sedsala dawî dinerî tu bersîva van pirsan nabînî. Ev pirs niha jî wek sed sal berê ye. Niha jî tevgera Kurd nikare bibîne di stratejîya van zilhêzê niha di meydana ṣer de ne, ji bo avakirina sîstemek nû ya cîhanê gengeṣîyê dikin cihê Kurda heye an na?
Di 30 salên dawî de firsendeke baş kete destê Kurdan lê baş bi kar neanîn
Bersîva vê pirsê di tevgera Kurd de nîne. Tevgera Kurd ji bo bikaribin stratejîya van welatan bibînin tu xebatek jî nekirin. Mînak di van 30 salên dawî de fersendek baş ji Kurdan re hat lê Kurda baṣ bi kar neanî. Di van 30 salên dawî de Kurd dikarîbûn bibin aktor. Lê fersend baṣ bi kar neanîn. Niha rewṣ ji van 30 salê dawî ji Kurdan re zehmetir bûye û pir eṣkere ye Kurd ji guhertinên niha ku li cihanê û rojhilata nêzìk û navîn dibin Kurd ne amade ne û heta derecekê dereng man.
Kurd li Rojavayê Kurdistanê şikestin
Rewṣa bakur û rojhilatne cihê dilxweṣîyê ye. Rojavayê Kurdistanê ew bi xwe bi vê tegera xwe nikarin tu mafan bi dest bixin, tenê zilhêzên cihanê ku li Sûrî ne dikarin di pașeroja Surî de hinek mafan bidin Kurdan. Wek di reșnivîsa yasaya bingehîn a sûrî ku di civîna Astana a pêṣîn ku Rûsya pêṣniyar kir, an na Kurd li Rojavayê kurdistanê șikestin. Ev rastîyek e, ez dizanim bi gelekan ne xweṣ e lê divê rastî bê gotin. Bi sloganan û populîzmê siyaset nabe. Tiṣta li Rojava heta niha bû populîzm û slogan bû. Ji rastîyê dur bû, ji bo wê jî hat li vir sekinî.
Iraq nikare otonomîya Kurdên başûr hilweşîne
Başûr jî metirsîyek mezin li ser heye, lê rewṣa başûr hinekî cuda ye. Ji ber ji serdema Sadam Huseyîn ve di sala 1970yî di yasaya bingehîn a Iraqê de otonomî ji Kurdan re resmî bi cih bûye û Rusya wê demê wek navbêyncî garantor tê hesêb. Ez ne bawerim hikumeta merkezî a Bexdayê zû bi zû bikaribe otonomîyê hilweşîne. Dikare hinekî lawaz bike lê nikare ji ortê rake. Her çiqas niha Kurd dereng mabin jî lê hîn ṣans zeîf be jî heye, ji ber heta nizamek nû li dinyê ava be, her tim șans ji Kurdan re heye, lê Kurd wek tevger ne amade ne."