HEVPEYVÎN | Mistefa Bedir: 'Meseleyeke HSDê ya bi navê Kurd tune ye'

Dîroka Weşanê :
HEVPEYVÎN | Mistefa Bedir: 'Meseleyeke HSDê ya bi navê Kurd tune ye'

PeyamaKurd – Piştî êrîşa hêzên girêdayî rejîma Sûriyê û milîsên Îranê li Dêrazorê hê jî alozî li herêmê dewam dike ku sedemên êrîşên li ser deverên kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê nîqaşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî şer û pevçûnê hefteya borî û êrîşên milîsan bi ser baregehên Amerîkî de, Amerîkayê hêzên teqwiye û ligel wê jî balafirên şer ên F-22 li herêmê bicih kirin.

Herwiha hêzên Amerîkayê ew komên milîs ên derdora Dêrazorê jî bombebaran kirin ku hebûna Amerîkayê dikin hincet daku herêmên Rojhilatê Firatê ji bin kontrola HSDê derxin.

Akademîsyen Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Bedir Mistefa, rewşa aloz a herêmên jêr kontrola HSDê ji PeyamaKurd re nirxand û got, “Şer û pevçûn ne ku di navbera hêzên Sûrî û HSDê de çêbûye, di navbera milîsên Îranê û HSDê de çêbûye.”

***

Mistefa dibêje; ya ku bûye sedema êrîşên Dêrazorê Îran e û rejîma Tehranê hewl dide Amerîkayê li herêmê lawaz bike.

“Îran dixwaze Amerîkayê li herêmê lawaz bike”

 “Hin eşîrên ereb ên bi ser Îran û Esed ve, herî zêde ji hebûna Amerîkayê ew aciz in û li dijî HSDê şer dikin. Yên ku êrîşê HSDê kirin, milîsên Îran piştevaniya wan dike ne. Du sedemên êrîşên Îranê hene: Yek demek berê kuştina serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ye ku hefteya borî jî li Iraqê milîsan êrîşê baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkî lê ne kir. Ew êrîş bi yên Dêrazorê re hevdem bû. Çimkî bi kuştina Heniye vê girêdayî bû. Dixwazin Amerîkayê lawaz bikin. Ger şerekî nû rû bide, Îran ditirse ku Amerîka û HSD bi hev re hin herêmên din ên Sûriyê kontrol bikin. Ji ber vê jî egera ku Amerîka bikeve hin herêmên din ên Sûriyê heye. Ji vê yekê hem Esed, hem Îran û Rûsya hem jî Tirkiye ditirse.”

***

Şer çima li Dêrazorê derket?

 “Demek dirêj e li Dêrazorê krîzek heye û yek sedema wê jî petrol e. Ev sedemeke girîng e. Ji hêla stratejîk ve Dêrazor pir girîng e, ji ber ku Îran milîs, leşker û çekên xwe ji Iraqê bi ser sînorê Elbu Kemalê ve digihîne Dêrazorê.

Sedemeke din jî eşîrên ereb in. Berê jî nêzîkatiya wan eşîran bo Kurdan nebaş bû. Hinek ji wan nêzî Beasê bûn. Piştî şerê DAIŞê gelek ji wan eşîran bûne dijminê hevdu û tirsa ku HSD li Dêrazorê bi awayekî Kurdewarî bimîne zêde bû li ser hin eşîran.”

“Pirseke HSDê ya Kurd tune ye”

“Lê belê meseleyeke HSDê ya Kurd tune ye. Ji sala 2015an ve ketina HSDê ya bajarên wekî Dêrazor û Reqayê yên ereban ne li berjewendoiya Kurdan bû. 15 hezar ciwanên Kurd li wan herêman hatin kuştin. Di navbera Hesekê û Dêrazorê de 250-300 kîlometre heye.”

***

Armancên Îran û Rûsyayê li herêmê çi ne?

 “Rûsyayê ji bo şer û pevçûn û aloziya dawî zêde nebe, li Qamişlo bi aliyan re civiya, lê hêj negihîştiye encamekê. Bi rastî jî Rûsya naxwaze li herêmê şerekî nû çêbibe. Çimkî piştî şerê Ukraynayê dixwaze dûrî şeran bisekine. Amerîka jî dixwaze Rûsyayê lawaztir bike.”

Îran dixwaze bikeve herêmên di bin kontrola HSDê de

“Dîsa Rûsya bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera HSD û rejîmê de hin hewldan encamê didin. Mînak, niha di mijara petrolê de pirsgirêk tune ye, lê Îran van hevdîtinan qebûl nake û şerekî nû li herêmê dixwaze. Herwiha Îran dixwaze hinek herêman ji bin kontrola HSD û Amerîkayê derxe.”