Abdullah Kiran: Îro besên zimanê Kurdî li zanîngehan sêwî ne!

Dîroka Weşanê :
Abdullah Kiran: Îro besên zimanê Kurdî li zanîngehan sêwî ne!

PeyamaKurd – Di çend salên dawî de ku dema prosesa aştîyê li Trkiyê dest pê kir, pê re çend gavên ji bo perwerdeya zimanê Kurdî jî hatin avêtin. Lê mixabin bi têkçûna prosesa aştîyê re xwendekarên ku di vê beşê de dêrçûyîne bê kar man û ev beş weke roja ewil li ber çavên xwendekaran rewneq nebû. Ji Zanîngeha Mûşê Beşa Pêwendiyên Navdewletî û Siyasî Prof. Dr. Abdullah Kiran, di derbarê van pisgirêkan de bersiva pirsên PeyamaKurd da.

Momoste Kiran dîyar dibêje: “Heta ku akademîsyenên me yên ku ji dibistana seretayî dest pê kirine û doktoraya xwe di Kurdî de temam kirine ranebin, wê karê perwerdehiya Kurdî bi dest û lepan bimeşe.”

Ezbenî ji kerema xwe re dikarî di derbarê beşa edebîyata zîmanê Kurdî ya zankoya Mûşê de hinek agahî bidî?

Beriya ku ez li ser beşa Kurdî çend tiştan bejim, min divê ku  ez di derbarê mijarekê de agahiyeke biçûk bidim.  Çawa ku ji pirsên te jî xuya dibe,  ji derve ve wekî ku ez di beşa Kurdî de dixebitim tê dîtin.  Ya rast ez ji vê yekê ne acis im û heta radeyekê li xweşa min jî diçe. Belê rastî ev e ku ez di beşa Kurdî de kar nakim; ango kadroya min ne li beşa Kurdî ye.  Pisporiya min li ser Têkiliyên (Peywendiyên) Navnetewî ye û ez bi xwe Profesorê Têkiliyên Navnetewî me û herweha  li Unîversîteya Mûşê,  di Fakulteya Îktisadê de, di beşa Siyasetnasî û Rêvebiriya Gelwarî dixebitim.

Îcar bi ser ku ez di beşa Kurdî de kar nakim jî, ji roja ku beşa Kurdî li Mûşê çalak bû heta niha, bi qasî ku ji destê min tê ez ji beşê re dibim alîkar.  Zanîngeha Mûşê, cara pêşî di sala 2012an de, ji bo Lîsansa Bilind xwendekar girtin û di heman salê de min dest pê kir, li beşa Kurdî ders dan. Di sala 2013an de, li Zanîngeha Mûşê, di bin banê Fakulteya Fen û Edebiyatê de beşa Ziman û Edebiyata Kurdî vebû. Beşa Kurdî cara pêşî, di serdema perwerdehiya 2013-2014an de xwendekar girt. Heta niha ez neketim dersên xwendekarên lîsansê, bele ez hê jî, gava ku pêwistî pê hebe dersê Lîsansa Bilind û Doktorayê didim. Heta ku ji deste min tê ez ji Kurdî re dibim alîkar.

Mixabin  ew xwendevanên ji beşa edebîyat û zimanê Kurdî bawername stendine gelek ji wan niha bê kar in. Gelo ev dibe sedem ku xwendevanên nû ji vê beşê dûr bisekinin?

Bêguman dibe sedem. Çimkî gava ku xort û keç beşekê dibijêrin, dixwazin ku di  pêşerojê de,  di wî warî de karekî bibînin û bixebitin. Mesela di serdema perwerdehîya sala 2013-2014an de, ciwanên ku bi pûanên herî zêde  li zanîngeha  Mûşê bicih bûn, yên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bûn. Belê pişt re, bi taybetî piştî ku demajoya aştiyê şikest xwar, her ku çû pûanên beşê ketin û îro Îlahiyat di rewacê de ye.

Gellek heyf û mixabin ku hin ciwanan pişt re dev ji beşê jî berdan. Çimkî bêhêvîtiyek bi wan re peyder bû.  Sirf ji bo ku em vê psîkolojiya xerab bişkînin û hêvî bidin keç û xortan, min par li beşê konferansek li ser pêşeroja  zimanê Kurdî da wan û ew han dan ku ji pêşeroja beşa xwe bêhêvî nebin.

Çawa ku min berê jî bi çend nivîsên xwe bal kişand ser mijarê, mixabin ku îro derçûyiyên Kurdî nakin gardiyan jî.  Belê divê ev yek me bêhêvî neke; heta hê bêtir me li ser mijarê sor û bigijgijîne. Eger Kurd hebin, pêşeroja zimanê Kurdî zelal û birqok e; eger Kurd mirî bin, ji xwe Kurdî jî namîne.

Bi gelemperî çi kêmasîyên fakulteyên bêşa ziman û edebîyata Kurdî hene?

Îro beşên zimanê Kurdî li zanîngehan sêwî ne; çimkî ji desteka siyasî û desthilatî bêpar in. Belê dîsa jî pirsa herî bingehîn kêmahiya akademîsyênên pispor in. Heta ku akademîsyenên me yên ku ji dibistana seretayî dest pê kirine û doktoraya xwe di Kurdî de temam kirine ranebin, wê karê perwerdehiya Kurdî bi dest û lepan bimeşe. Niha îro em bi hêza îmanê, bi fedekarî û bi dest û lepan rêve dibin.

Mesela li zanîngeha me, di sala 2012an de, ez baznedama û neçûma hawarê, me nikaribû lisansa bilind vekira. Çîmkî hingê ji bo çalakirrina beşê û standina xwendekaran, hewcedarî bi akademîsyenek ku navbenda wî (unvana wî) doçent an profesor e hebû. Hingê  min zend û bend hildan ez bi dilwazî çûm hawara beşê. Mala wî ava be, Rektorê me yê wê demê, Prof. Dr. Nîhat Înanç jî ji bo vekirina beşê gellek hewl da. Ji xwe li Tirkiyê cara pêşî, bi navê xwe yê rast, beşa Ziman û Edebiyata Kurdî li Unîversîta me vebû. Ji ber ku ez bi xwe şêwirmendê Rektor bûm jî, ez baş dizanim ku Nîhat Înanç çiqas hewl da. De îcar bi saya navbendiya (unvana) min a doçentî, wê salê me hem Lîsansa Bilinda ya Kurdî û hem jî Lîsansa Bilind ya beşa Siyasetnasî û Rêvebiriya Gelwarî vekir.

Hevalê min, Prof. Dr. Bayram Çoşkun, bi ken û henek weha digot: “Bi saya doçentiya te, me hem di Kurdolojiyê de, hem jî di Siyasetê de lisansa bilind vekir. Doçentiya (zanistyariya) te, doçentiyek bi xêr û bereket bû. ”

Hûn dikarin bejin; hemû mamosteyên zimanê kurdî di warê zimanê Kurdî de pispor in?

Çawa ku min di destpêkê de got, ji ber ku ez ne rasterast akademîsyenek beşa Kurdî me, nexweş e û herweha ne li cih e û ku ez li ser vê mijarê tiştekî bejim.

Gelek kes hene tenê ji bo fêrbûna Kurdî dixwazin vê beşê bixwînîn. Gelo ev beş ji bo fêrbûna zimanê kurdî bes e, an divê berê bingehek hebe?

Beşa Kurdî, helbet bi awayekî ji bo fêrbûna Kurdî ye; belê ev beş ji vê zêdetir xwedan hin armancên din e. Armanca bingehîn ya beşa Kurdî, ji hînbûn û fêrbûna Kurdî zêdetir, di warê ziman û edebiyat Kurdî de pisporbûn e. Ango beşa Kurdî, ne ew cih e û yekî ne Kurd bê û lê Kurdî hîn bibe.  Kesên ku tên vê beşê, bi ya min divê berî her tiştî zimanê wanê dayikî Kurdî be û bingeheke wan a Kurdî hebe.

Ji bo pêşveçûna beşa ziman û edebîyata Kurdî divê çi bê kirin?

Niha gundiyekî Kurd carekê ji hevalekî min ê mamoste re weha gotibû: “Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê miaş, kes bala xwe nade Kurdî û Kurdî bi tiştekî nahesibîne.”

Mixabin rewş weha ye. Heta ku li vî welatî Kurdî statuyekê bi dest nexe; wê ev perîşanî û malwêraniya Kurdî berdewam be. Ji ber ku statuyeke Kurdî tune; dewleta me Kurdên ku ji Sûriyê jî  reviyane û hatine li vir dike Ereb. Çi heyf e ku Kurd, di pirsa zimanê xwe de têra xwe xîretkêş nînin.

Gellek Kurdan di vê yekê de xwe li bêxîretîyê danîne. Îro trajedîya herî mezin ya Kurdan ev e ku zarokên wan bi zimanê Kurdî napeyivin. Dîsa sosreteke nedîtî jî ev e ku îro li gundan jî zarok bi Tirkî dipeyivin. Zimanê me êdî ne zimanê zarokên me ye. Do, ji bo asîmilekirina Kurdan dewletê serî li gellek rê û rêbazên cihê dida û mesrefên mezin dikir; belê îro Kurd bi pereyê xwe televizyonekê dikirin û bi saya rêzefîlmên Tirkî, Tirkî fêr dibin.

Asîmîlasyonê pişt li Kurdan şikandiye û Kurdî li ber çavê me hemûyan têk diçe û dimire. Heyf ku îro em, mirasa herî mezin ya bav û kalan zindî û bi saxî dikin gorê.

Ji bo ku we wextê xwe ji me re terxand, em gelek spasîya cenabê we dikin.

Ez spas dikim, mala we ava.