Ahura Mazda Samî Huseynî: Koma Ahura bi gelek zimanên cuda li ser muzîka etnîk dixebite

Dîroka Weşanê :
Ahura Mazda Samî Huseynî: Koma Ahura bi gelek zimanên cuda li ser muzîka etnîk dixebite

PeyamaKurd - Koma Ahura Mazda yek ji komên muzîkê ya ku li ser muzîka etnîk xebata xwe dike û gelek tê guhdarîkirin. Rêvebirê komê birêz Samî Huseynî pirsên PeyamaKurd ên derbarê xebatên xwe de bersivand. Huseynî dîbêje: Ez li Îzmirê li ser fêrbûna def ve çekirina def şagirdan perwerde dikim  ji  boy hemû fêrbûna def gelek xebat û pratîk lazim e.

Kekê hêja, te kengî û çawa dest bî xebatên xwe yên li ser muzîka erbanê kir?

Berî her tiştî ez dixwazim li ser navê Koma Ritm û Muzîkê Ahura Mazda biaxivim. Ez di 11 saliya xwe de hînî amûra defê bûm û heta aniha xebata min li ser def û musîkê berdevame

Ji bo çi çi navê Ahura Mazda?

Yekem navê Ahura gelek dirokî ye û ev nav gelek watedar e. (sembola başî û pakbûnê û dirustîyê ye.   xerabî û nepakî û Ahrimene) ew gelek li Mezopotamyayê de jiyane. Gelek kevn e ser dine Zerdeştî ne.

Ev çend sal e ku Tu li Turkîyê dixebîtî?

Ez di sala 2012an de hatim Tirkiyê û li bajare İzmirê de mam û xebatên mine ên muzîkê jî li Îzmirê di sala 2013yan de dest pê kir.

Gelo Erbane di çanda kurdî de çiqas cîh dîgre?

Ev amur gelek mejûyî ye kevn û dirokî ye. Teqrîben 7000 -8000 sal diroka wê heye. Gelek milet wê cur be cur bikar anîye lê  bele li Mezopotamiyayê gelê Kurd ji serî  heta aniha wê bikaranîne û baştirîn jenyar def ve baştirîn mamosteyê defe çêbûne.  Li rojhilatê heta aniha lenira xwe nekirîye bi pêş de  biriye.

Xebatên we yên li ser perwerdeya ciwanan çi ne? Kesên ku bixwazin bi we re bixebitin hûn ji boy wan çi pêşniyaran dikin?

Ez li Îzmirê li ser fêrbûna def ve çekirina  def  şagırda perverde dikim  ji  boy hemû fêrbûna def gelek xebat û pratik lazime. ji boy xwe pêşve bibin sê tişt lazim in: 1 xebat, 2 xebat, 3 xebat.

Ji bilî Kurdî û Tirkî li ser zimanên dîn jî xebatên we hene?

Balê, Koma Ahura her dem dixwaze ser zimanên cuda xebatan bike. Wek mînak; Kurdî, Erebî ,Farisî, Tirkî, Gurcî, Yûnanî ,Ermenkî û Balkanî… Koma Ahura Bi gelek zimanên cuda li ser muzîka etnîk dixebite

Ji bo ku we pirsên me bersivandin gelek spas dikim.