PeyamaKurd – Sînama vebeyîneke welatan û kesan a ji hundir ber bi derve ve ye. Bi rêya sînemayê pêkan e ku gelek peyam bo girseya armanckirî bêne dayîn. Di heman demê de bi rêya sinemaya dikare propoganda jî bê kirin. Wekî gelek neteweyan, tê zanîn ku peywendiyên gelê Kurd jî bi sînamayê re xurt e. Mijarên sereke yên sinemaya Kurdî êş û azar, komkujî û zilm û zordariyên ku gelê Kurdî rastî wan hatiye… Ji bilî vê fîlmên ku senaryoyeke wan a cuda heye gelek kêm in.
7500 fîlmê yekem ê derhêner Patrick Vollrath e. Fîlmê yekem ê derhênerî 7500î derbarê revandina balafirekê de ye û senaryo jî bi vî rengî diherike. Nîşandana yekem a fîlmî (gala) li Festîvala Fîlman a Locarnoyê pêk hat. Di fîlmî de lîstikvanên naskirî yên welk Joseph Gordon-Levitt û Omid Memar jî cî digrin ku ev fîlmê yekem ê çêkerî ye.
Yek jî Lîstikvanê fîlmî Passar Hariky ji PeyamaKurd re axivî, “Di Mijdara 2017an de dema me fîlm kişand min ji xwe re soz dabû ku bi cilûbergên Kurdî biçim galayê. Min xwest bi vêya nîşan bidim ku Kurdên ku tevî çand û kevneşopiya xwe beşdarî çalakiyên wiha biprestîj dibin, hene."
Hariky destnîşan kir ku li diaspotraya gelek xwezayî ye ku mirov bi cilûbergên xwe beşdar bibe û wiha dewam kir, “ev yek xwezayî ye û eynî wekî dawet û çalakiyeke din e.”
Li ser pirsa hûn çim abi cilûbergên Kurdî beşdarî galayê bûn wiha bersivand: “Min xwest nîşan bidim ku cilûbergên Kurdî jî bi qasî cilûbergên ewropî xweşik û balkêş in. Bi vêya min nîşan da ku pêwîstiya min bi cilûbergên ewropî tine ye.”
Passar Hariky di berdewamiya axaftina xwe de got, “Her çiqasî di fîlmî de roleke min a biçûk hebe jî, ez jî beşek ji wî fîlmî bûm û ez derketim ser xalîçeya sor û derfeta min çêbû ku xwe nîşanî gelê xwe bidim û hestên xwe bînim zimên.”
Nîşandana ewil a fîlmî dê di mehên pêşî yên sala 2020an de li şanogehên Almanya, Swîste û Awistiryayê were nişandan. Hevdem wê li ser Amazon Prîme jî di asta navdewletî de were nişandan.