'Hêvîyên me yên jiyanê bi zordarî ji destê me hatin standin'

Dîroka Weşanê :
'Hêvîyên me yên jiyanê bi zordarî ji destê me hatin standin'

PeyamaKurd – 39 sal bi ser darbeya leşkerî ya 12ê îlonê de derbas bûne ku wekî lekeyek reş ketiye dîroka demokrasiya Tirkiyê, lê yên ku rastî kiryarên antîdemokratîk yên wê heyamê hatine hîn jî serboriyên xwe ji bîr nakin.

Bi darbeya 12ê Îlonê re bi taybet li ser gelê Kurd êş û azarên ku nayên tarîfkirin çêbûn. Wê demê bê ferq û cudahiya jin, mêr û zarokan li dijî gelê Kurd îşkenceyên giran hatin kirin. Yek ji wan ku ji bîrê neçûye jî wek bîrdariyeke zindî ya wan rojan girtîgeha Diyarbekirê ye.

Bûyerên kirêt û şermînî yên girtîgeha Diyarbekirê ku jin rastî hatibûn, herwiha li girtîgehên din ên Tirkiyê jî rû didan. Îşkence û zordariya ku bi hincetên siyasî yên wê demê hatin kirin, wekî lekeyeke reş ketin dîroka dewleta Tirkiyê. Ji ber wê jî kesên ku rastî kiryarên antîdemokratîk ên darbeya 12ê Îlona 1980yan hatine piştî 39 salan jî nikarin wan jibîr bikin.

Yek ji mexdûra 12ê Îlonê siyasetmedara Kurd Yuksel Avşar e ku bi destpêka darbeya leşkerî re bê sûc û sebep hatiye girtin û tehdeyên giran lê hatine kirin.

Avşar di hevpeyvîneke ligel Ajansa Anadolê (AA) de behsa serpêhatiya xwe ya li Girtîgeha Leşkerî ya Mamak a Enqerê dike.

‘Di hucreyê de îşkence û mameleyên xirab!’

Avşar dibêje, dema darbeya leşkerî çêbûye ew xwendekara doktoroyê bûye û beşdariya çalakiyên Kovara Ozgurluk Yolu ya Kemal Burkay dikir ku çawa darbe çêbûye hatiye girtin û 45 rojan bêyî ti sedem were nîşandan di bin çavan de rûbirûyî îşkenceyên giran hatiye.

Yuksel Avşar bibîr tîne, piştî ku salek bi ser girtina wê de derbas bûye û rastî ewqas îşkence û heqaretên giran hatiye jî dadgehê bêyî ti tawanbariyekê ew berdaye, lê tevî 39 sal derbas bûne jî îşkenceyê li wê û hevalên wê yên kawîşa girtîgehê hatine kirin nikare jibîr bike.

Avşar diyar dike ku 12ê îlonê hemû beşên civakê mexdur kirine û ji xwe kiryarên taybet li dijî jinan hatine kirin, îro jî ne pêkan e were ravekirin.

‘Hêviyên me yên jiyanê bi zordariyê ji destê me hatin standin’

Avşar balê dikişîne ser kiryarên dijmirovî yên li girtîgehan û dibêje: “Hemû jinên li girtîgehan bêguneh û bêsûc bûn. Gelek ji wan wekî min, piştî îşkenceyên giran bêyî darizandinê berat kirin û hatin berdan. Lê dema em ji girtîgehê derketin, em ti carî nebûn wekî berê. Hêvî û armancên me yên jiyanê bi zordariyekê ji destê me hatibûn standin. Yên derketin jî nîviyê jiyana xwe li hûndir hiştin û ji wir dewam kirin. Min bixwe jî nekarî doktoroya xwe dewam bikim.”

Yuksel Avşar dema behsa serpêhatiyên xwe yên girtîgehê dike, bi taybet kiryarên dijî jinan ên darbeya 12ê Îlonê bibîr tîne û dibêje, mînaka wê di dîrokê de tune ye:

"Hinek hevalên me ji ber îşkenceyên wê demê, êdî nikaribûn bibin dayik. Di encama îşkenceyên darbekaran de, wê ew jin ti carî wê hesta pîroz a dayikbûnê nejîn. Gelo kîjan gencîneya dinyayê dikare hesta dayikbûnê bi jinekê bide jiyandin? 12ê Îlonê bi qasî yên malbatên xwe ji dest dane, herwiha navê jinên ku ti carî nikarin bibin malbat e. 12ê Îlonê ne tenê xirûra me herwiha dayikbûna me jî ji me dizî. Heke sûcê kesekî hebe, divê hûn dadgeh bikin û piştre ceza bidin. Lê belê wê demê înfaz, îşkence û piçûkxistina mirovan bi awayekî rûtin pêk dihatin.”

"Ez rûbirûyî îşkencekarên xwe hatim"

Avşar dibêje, ew dê ti carî wan kesên ku ev bedelên giran bi jinan dane jiyandin efû neke û dide zanîn, piştî ji girtîgehê hatiye berdan jî polîsan daye pey şopa wê û vê carê jî li şûna îşkenceyên fizîkî dest bi îşkenceyên psîkolojîk kirine.

"Ji ber bandora kiryarên li girtîgehê, demeke dirêj deruniya min têk çû. Helbet ez jî dixwazim wan ji bîr bikim, lê nikarim ji bîr bikim. Dema derdiketim kuçeyan, min tim li pey xwe dinihêrt. Her cara derî vedibû, tirsa ku dîsa hatin min bibin li ser min peyde dibû. Hemû hevalên min ên din jî heman tiştî dijîn. Ji wê girtîgeha ku me beşek ji jiyana xwe li wir hiştibû, tenê tirs û endîşe bûbû para me.”

Avşar dibêje, “Piştî salan dema min li Ulus a Enqerê danûstendin dikir, rastî yek ji wan îşkencekarên li girtîgehê îşkence li min kiribû hatim. Xwîna min cemidî, ez û îşkencekarên xwe rûbirûyî hev bûn. Wî jî ez nas kirim, ew jî wisa mat ma! Hesteke xerîb bû.”

Yuksel Avşar bal kişand ser ku ew rastî hemû kiryarên dijî demokrasîyê yên antîdemokratîk hatine û pêwîst e li dijî proseyên wekî 12ê Îlonê bêhtir têkoşîna demokrasiyê bê dayîn.