PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya bihêzkirina bingehên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê de, bi 2 balafirên kargoyê alavên leşkerî û lojîstîk gihandin baregeha Şedadê ya Hesekeyê.
Hate zanîn ku herdu balafirên kargoyê îro 28ê Mijdarê gihîştine baregehên Şedadê û Xerab El-Cîr yên li Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî agahiyan barê wan balafiran alavên leşkerî û lojîstîkî bû.
SOHRê eşkere kiriye ku barê balafiran çek, teqemenî û alavên lojîstîk bû.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka meha Mijdarê ve bi dehan barhilgirên Hevpeymaniya Navdewletî gihîştine baregehên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê.