Konsulê Îranê êrîsa ser Kormorê sermezar kir

Dîroka Weşanê :
Konsulê Îranê êrîsa ser Kormorê sermezar kir

PeyamaKurd- Konsulê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî, êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.

Esedî li ser êrîşa şeva borî ya Qada Gazê ya Kormorê da xuyakirin, "Kiryar ji aliyê kê ve hatibe kirin, nayê qebûlkirin û em şermezar dikin."

Konsulê Îranê yê Hewlêrê diyar kir ku nêrîna wan ji bo wê bûyerê ew e ku ev kiryar destdirêjî ye li ser aramiya û got: "Em bawer dikin ku ev kiryar êrîşkirina li ser ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê û xizmetguzariya xelkê wê yê hêja ye."

Şeva 26ê Mijdarê bi dronan êrîşî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin û ji ber wê agir bi depoyeke mezin a gazê ket ku di encamê de ji sedî 80yê elektrîka Herêma Kurdistanê qut bû.