PeyamaKurd – 38 partî û rêxistinên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku êrîşên li dijî Elewiyan hêviyên gel ji bo serweriya hiqûq û azadiyê têk birine, û tekez kirin ku çareserî di pergala federal de ye.
Di daxuyaniyek hevbeş de, 38 partî û rêxistinên siyasî yên ku li Rojavayê Kurdistanê dixebitin, êrîşên li ser xwepêşandanên aştiyane û komkujiyên sivîlan li herêmên hundir û peravên Sûriyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku van êrîşan hêviyên Sûriyan ji bo pêvajoyek veguhêz a li ser bingeha azadî, rûmet û serweriya hiqûqê têk birine.
Di daxuyaniyê de hate zêdekirin ku kuştina xwepêşanderan binpêkirinek eşkere ya qanûna navneteweyî ye û ev êrîş ji nû ve destpêkirina polîtîkayên ewlehiyê yên tepeserkirinê nîşan didin, ku aramiya pêşerojê ya welêt tehdît dikin. Di daxuyaniyê de herwiha bal hate kişandin ser vê rastiyê ku heman polîtîkayên dorpêçkirin, hedefgirtin û êrîşên li ser sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û li deverên peravên Sûriyeyê têne sepandin, û hate tekez kirin ku hêzên hikûmetê hewl didin ku xwe bi zorê ferz bikin.
'HIKÛMETA VEGUHERÎ BERPIRSIYAR E'
Daxuyaniyê Hikûmeta Veguhêz ji tiştê qewimî berpirsyar girt, banga bidawîanîna tundûtûjiya li dijî xwepêşandanên aştiyane, berdana hemû girtiyan û bidawîanîna dorpêçkirin û êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye kir.
Di dawiyê de, banga destpêkirina pêvajoyek diyaloga neteweyî ya cidî û berfireh bi rêya kongreyek neteweyî ya berfireh, li ser bingeha hevkariya navneteweyî, kir da ku mafên hemû gelên Sûriyeyê werin garantîkirin.