21 kesên ku li zozanên Sîdekanê asê mabûn sax hatin rizgarkirin

Dîroka Weşanê :
21 kesên ku li zozanên Sîdekanê asê mabûn sax hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo 21 kesên ku li zozanên Lolanê yên ser bi bajarokê Sîdekanê ve winda bibûn, bi serkeftî bi dawî bû. Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku piştî du rojan ji asêmanê di bin berf û bahozê de, her 21 kes sax û silamet hatine dîtin.

Çelebî diyar kir ku ji koma rizgarkirî 13 kes welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û 8 kes jî welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Her weha qaymeqam gotegotên derbarê mirina du kesan de derewand û destnîşan kir ku tenduristiya her 21 şivanan baş e. Hat zanîn ku kûrahiya berfê li herêmê gihîştiye 2 metreyan û ev bûye sedema asêmana wan.