5 kamyonên alîkariyê yên Xaça Sor gihîştin Kobaniyê: Tenê dermanên sivik in

Dîroka Weşanê :
5 kamyonên alîkariyê yên Xaça Sor gihîştin Kobaniyê: Tenê dermanên sivik in

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 27ê Çileyê 5 kamyonên alîkariyan ên Xaça Sor ku ji derman, av û pêdiviyên paqijiyê pêk tê, gihîştin bajarê Kobanî yê ji aliyê hêzên Şamê ve hatiye dorpêçkirin.

Hate diyarkirin ku di karwana alîkariyên Xaça Sor de, dermanên nexweşên şekir, penceşêr û gurçikan nehatine şandin, tenê dermanên sivik hatine şandin.

Rewşa mirovî û jiyanî ya li bajarê Kobaniyê, ji be re êrîşên li gundewarê wê zehmet bûye û ev 9 roj e di bin dorpêçê de giran deye.

Niha li bajêr hewcedariyên jiyanê ber bi tunebûnê ve diçin û ku tevî koçberan nêzî 600 hezar mirov di şertên giran ên zivistanê de li bajêr dimînin.

Endamê Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobaniyê Fadil Çawîş li ser alîkariyên Xaça Sor got ku dermanên hatine şandin têrê nakin, divê ev dorpêça li ser Kobanê demildest were rakirin.

Çawîş da zanîn ku ev derman têra nexweşên penceşêr, şekir û gurçikan û kesên ji ber êrîşan birîndar bûne nake, hîn bajar di dorpêç de ye û êrîş dewam dikin. Dermanên nexweşên giran nehatine, tenê dermanên sivik hatine şandin û têrê nakin.