PeyamaKurd- Karwana alîkariyên mirovî ya ji 50 kamyon û 20 tankerên mazotê pêk tê ji ser Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Di çarçoveya piştevaniya berdewam ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê ji saziyên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê, xelkê Daqoq ê Kerkûkê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, karwana alîkariyên mirov ku ji 50 kamyon û 20 tankerên mazotê pêk tê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Hate diyarkirin ku ew karwan ji ser deriyê Sêmalkayê ji saziyên xêrxwazî yên li Kerkûkê, Silêmaniyê û hwd bi rêya destpêşxerêyên gel û ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatine pêşkêşkirin.
Ev alîkarî di demekê de têne pêşkêşkirin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê zehmetiya dabînkirina mazotê û pêdiviyên bingehîn dikişînin, da ku barên welatiyan di vê zivistanê de sivik bibe.