Ereba terefdarê PAOKê hildigirt li Romanya qeza kir: 7 kes mirin

Dîroka Weşanê :
Ereba terefdarê PAOKê hildigirt li Romanya qeza kir: 7 kes mirin

PeyamaKurd – Di Lîga super ya Yûnanistanê de, terefdarên tîma PAOKê ku diçûn Fransayê, li Romanya bi treylerekî re li hev ketin û di encamê de 7 terefdar mirin û 3 terefdar jî birîndar bûn.

TV ya Yûnanistanê ya bi navê ERT xeberê belav kir û got ku wê tîma PAOKê li bajarê Lyon a Fransayê dê bi tîma Liyonê re pêşbirkê bikira û terefdarên PAOKê yên diçûn Fransayê da temaşa maçê bikirina li Romanyayê qeza kirin.

Terefdar, li nêzî bajarê Lugojelulê di wexta xwestin ji ereba pêşiya xwe derbas bibin, bi treylera ku ji pêşber de dihat, li hev ketin û encam bû ku 7 kes mirin.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis li ser qezayê daxwuyanî da û xemgîniya xwe bo rûdanê ragihand ku sersaxiyê da malbatên miriyan û civaka PAOKê da.