9 roje lê digeriyan lê termê wî dîtin

Dîroka Weşanê :
9 roje lê digeriyan lê termê wî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê li gundê Yenikervansarayê Musa Uygun (77) 9 roje ku wenda bû û lê digeriyan. Cesedê Musa Uygun ji günde wî 3 km dûr di newalekî de dîtin û miribû. Uygun li malê bi tena serê xwe dijiya û di14ê mehê de ji malê derketibû da here bajarê Sêwasê.

Dema êvarê minibusa gund ji Sêwasê dageriya gund tê gotin ku Uygun li kenarê rê pera dibe û di bin berfê de2 km rê diçe. Careka dinê kes jê xeberê nastîne.

Tîmên AFADê û yên lêgerînê û rizgarkirinê lê digerin lê diencamê de di roja 9em de cesedê wî li gundê Armutlu li devera Elmalı, ji aliyê tîmên wezareta perwerdê de tê dîtin.

Ji bo otopsiyê termê wî dibin morga nexweşxana zankoya Cûmhûriyetê ya Fakulta Tibê.