PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Samandağê hilberînerên mandîlayan, bi sedema bihayê kiloya mandîlayan daketiye 2 lîreyên Tirkiyê, mandîlayan belaş dan xelkê. Hilberîner rewşê protesto kirin û ji dewletê daxwaza destekê kirin.
Li navça Samandağê hilberîner mandalinayan ji darên wan çinîn û di kasayan de bê pere dan milletê. Bi tonan mandalina di wextekî kurt de qediyan. Hiberîner dibêjin:
“Li Samandağê di meha Êlûnê de kiloya mandalina 10-12 lîra bû lê bi yek carî daket 2 lîrayî. Em nizanin sedem çiye lê mandalina li ser daran dirizin. Eger di nav 10-15 rojên pêşiya me de baran an berf were dê mandalina nemînin. Em dixwazin dewlet desteka mazot, gubre û derman bide me. Eger vana nedin bila depoyên sarkirinê bê pere li taxan ava bikin û dê ev bo hilberîneran bibe desteka herî mezin.”