PeyamaKurd- Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê ragihand ku wan êrîşeke berfireh a komên çekdar a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şikandiye.
Hat diyarkirin ku êrîşkar bi 60 tank, wesayîtên zirxî û bi hezaran çekdaran bi pêş ve hatine, lê plana wan a ji bo dagirkirina taxan hatiye pûçkirin.
Asayîşê diyar kir ku li eniyên Eşrefiye, Kastello û Cebanan berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Di encama şer de tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin, bi dehan çekdar hatine kuştin û 7 dronên xwekuj hatine xistin. Asayîşê teqez kir ku piştî vê şikestinê, komên çekdar careke din dest bi topbarana hovane ya li ser sivîlan kiriye.
Asayîşa Helebê hikûmeta Şamê ji van êrîşan berpirsyar dît û ragihand ku ji bo parastina gel û aramiya taxan, mafê wan ê rewa yê xweparastinê heye û ew di amadebaşiya herî bilind de ne.