PeyamaKurd – Berdevkê Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS), Feysel Yûsif diyar kir ku "Sûriye ne aîdî tu netewe an partiyekê ye. Ji ber vê yekê, divê mafên hemû civak û neteweyan werin rêzgirtin."
Di daxuyaniyekê de ku roja Pêncşemê, 8ê Çileya 2026an de hat dayîn, berdevkê ENKSê, Feysel Yûsif got, "Kes nikare hebûna Kurdan înkar bike. Li Sûriyeyê, du neteweyên sereke hene: Kurd û Ereb."
Feysel Yûsif bi bîr xist ku Serok Barzanî her gav piştgirî daye helwestek yekgirtî di navbera gelê Kurd de, û got, "Peyama Serok Barzanî ya di derbarê Helebê de girîng û pesindar e."
Berdevk Yusuf, tekez kir ku pêdivî bi Sûriyeyek bihêz heye ku rêzê li hemû netewe û civakên cuda bigire û diyar kir, "Divê Kurd di vê dewletê de şirîkekî girîng bin."