PeyamaKurd – Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Berhem Salih diyar kir ku hewlên pir cidî ji bo pêşîgirtina li derketina şer li Rojava têne dayîn û civaka navneteweyî dixwaze rewşê aram bike.
Berhem Salih doh li Davosê axivî û got, "Hewldanên pir cidî ji bo pêşîgirtina li derketina şer li Rojava têne dayîn. Civaka navneteweyî jî dixwaze rewşê aram bike."
Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Berhem Salih, behsa hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re du roj berê di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê de kir û diyar kir ku wan li ser rewşa Rojava û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di alîkariya penaber û qurbaniyan de nîqaş kirine.
Berhem Salih, bi hêviya ku pirsgirêk zû çareser bibin û zirara li malên sivîl û welatiyan were astengkirin, tekez kir ku şer ne çareserî ye, lê tenê zirarê dide herêmê.