PeyamaKurd- Berdevkên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser (Rojavayê Kurdistanê) û yên Wezareta Navxwe ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihandin ku derbasbûna endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Navxwe li Qamişloyê bi awayekî baş û bê astengî, bi hemahengî û hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) pêk hat.
Di çarçoveya lihevkirina 30ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, şandeke endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Karên Navxwe ya hikumeta demkî derbasî Qamişloyê bû. Her du aliyan li ser prosedurên îro pêk hatine axivîn.
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava Helîme Mehmûd Ebû Bekir pêşwazî li lihevkirinê kir û got: "Em vê lihevkirina ku di navbera HSD û hikumeta Sûriyeyê de pêk hatiye pêşwazî dikin. Em bangewazên aştiyê ne, ne yên şer in. Em soz didin ku tevahî bendên lihevkirinê bi cih bînin" û bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" dawî li gotina xwe anî.”
Herwiha fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî (Siyabend Efrîn) jî axivî û got: "Agirbest pêk hat, benda duyemîn a lihevkirinê jî derbasbûna hêzan li Qamişlo û Hesekê bû, ev jî duh û îro pêk hat."
Siyabend Efrîn destnîşan kir ku wê xebat li ser bendên din dewam bike, "Di serî de vegera hêzên leşkerî ji her du aliyan li noqteyên xwe yên sereke. Heta niha tu astengî çênebûne. Em ê bi vê şêweyî dewam bikin."
Berdevkê Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Nûredîn El Baba jî got: "Em îro bêyî astengiyan derbasî Qamişloyê bûn, tensîqeke mezin bi Asayîşê re hebû. Em spasiya wan li ser vê kedê û pêşwazîkirina baş dikin. Wê hêzên Wezareta Hundirîn li ser wergirtina avahiyên ewlehiyê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) bixebitin, li gorî lihevkirinê pê re xebata dîsplînkirina ewlehiyê bikin."
El Baba destnîşan kir ku "Tiştê bûye hewayek erênî ji hemû aliyan ve çêkir, hewcedariya gelê Sûriyeyê îro bi vê yekê heye. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi ser ket. Îro rûpeleke nû ji bo avakirina Sûriyeyê ya dûrî tolhildan, xîtaba mezhebî û kîndariyê vebû. Sûriye bi hemû welatiyên xwe tê avakirin. Wê Hesekê wekî dilê hemû welat lêdide bimîne."
El Baba hêvî kir ku hemû bendên lihevkirinê pêk bên.