PeyamaKurd – Pisporê tenduristiyê yê fonksiyonel Dr. Mark Hyman dibêje mirov dikare pîrbûnê hêdî bike. Pispor dibêjin ku îltîhaba kronik (inflammaging) lez dide pîrbûna mirovan û mirov dikare pîrbûnê hêdî bike.
Xwarina bi rêk û pêk ya rojane, terzê jiyanê û bi hinek desteka xwarinan, mirov dikare îltîhaba bedenê bixe bin kontrolê û pîrbûna hucreyan hêdî bike.
Pisporê tibê yê fonksiyonel Dr. Mark Hyman, dibêje bê ku haya mirov jê hebe, mirov pîr dibe û sedema wê jî îltîhaba kronik ya “inflammaging” e.
İNFLAMMAGİNG ÇİYE?
Hyman, dibêje îltîhab mekanîzma bedenê ya xwezayî bi xwe ye. Ev bertek demkî ye lê di hinek haletan de dibe kronik û zerarê dide hucre û organan. Ev îltîhaba ku asta wê kême, lezê dide pîrbûnê û girêdayê temen jî talûka nexweşînê zêde dike.
ROLA JIYANA ROJANE
Stresa bo demekî dirêj, xidayên çêkirî, bêtevgerî, kêmxewî û toksînên hawiridoriyê îltîhabê xwedî dike. Van bandorên han, barê mirov dubare dikin û di nav zeman de, ev barên han sîstema berxwedana bedenê di amadebaşiyê de dihêle.
BANDORA LI SER HUCREYAN Û MİTOKONDRİYAN
Îltîhaba daîmî ya kronîk bi taybetî bandorê li ser mitokondriyan dike. Mitokondri ji hilberîna enerjiya hucreyan berpirsin. Pêvajoya İnflammagingê van hucreyan daîma di bin zorê de dihêle, xesara hucrê zêde dike û dike ku îltîhab zêde bibe. Di encamê de lezê dide pîrbûna hucreyan.
KIRYARÊN KU PÎRBÛNÊ HÊDÎ DIKIN:
- Xwarinên antioksidan û yên ji aliyê donên bi sihhet de dewlemend, xidayên xwezayî ne yên çêkirî divê bên xwarin.
-Kirina werzişê an ku ekzerzîsan lê bi rêk û pêk,
- Xewa bi kalite,
- Ji bo îdarekirina stresa rojane, meditasyon û çalakiyên aramkirinê
DESTEKA RASTE RAST BO MİTOKONDRİYAN
Hinek kiryar hene ku mitokondriyan xwurt dikin.
-Zêdekirina asta NAD ê. (Xwarinên ji aliyê niasin de dewlemend an jî teqwiya NMN.)
- Desteka enerjiyê ya bi CoQ10 û vîtamîna B yê.
-Xwarina dirîmonk, çaya kesk, çikolata bitter û xidayên weka wan yên ji aliyê polifenol de dewlemend.
- Bi rojiya navber, mirov dikare mola bide sîstema hezmê û destekê bide tamîra mitokondriyan.
BO BERXWEDANA BEDENÊ XWARINÊN BAŞ
Hyman, dibêje bo xwurtkirina sîstema bedenê ya berxwedanê, vitamin D, çinko, magnezyum û Omega-3 pêwiste. Ev xwarinên han bi diyete û hem dema pêwist be, mirov dikare teqwiye bike.