Çiya Kobanî bû Cîgirê Wezîrê Berevaniyê, Nuredîn Îsa jî bû Parêzgarê Hesekê

Dîroka Weşanê :
Çiya Kobanî bû Cîgirê Wezîrê Berevaniyê, Nuredîn Îsa jî bû Parêzgarê Hesekê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di çarçoveya rêkeftina navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ku roja 30yê Çileyê 2026an hate îmzekirin, postên Kurdan ên nav hikûmeta Sûriyê jî diyar bûn.

Li gorî zanyariyan ji bo posta Parêzgariya Hesekê navê Nûredîn Îsa hatiye qebûlkirin ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ve hatiye pêşkeşkirin. Hate zanîn Nûredîn Îsa, di beşa pêwendiyên gel ên HSDê de bû û beriya şerê Sûriyê jî karmendî kiriye. Nûredîn Îsa bi eslê xwe ji Qamişlo ye wekî kesayetekî pir nêzî Ebdî tê naskirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku Çiya Kobanî ku yek ji fermandarên HSDê ye ji bo erka Cîgirê Wezîrê Berevaniyê hatiye pêşkeşkirin û navê wî hatiye qebûlkirin.

Hate diyarkirin ku Çiya Kobanî jî di Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞê de ligel hêzên Amerîkî xwedî pêwendiyên xurt bûye.