PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşa terorîstî ya 1ê Sibata 2004an du kesên cîhadîst merasîmên cejnê yên li Şaxa 2yê ya PDKê û Malbenda 3 ya YNKê li bajarê Hewlêrê kiribûn armanc û xwe di nava xelkê de teqandibûn peyameke bîranînê belav kir. Di wan êrîşên terorîstî de 103 kes şehîd ketibûn û 246 kes jî birîndar bûbûn.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan, yekrêzî û têkelbûna xwîna zarokên Kurdistanê ne."
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Îro em bi rêz û şikodariyeke mezin bîranîna şehîdên nemir ên karesata 1ê Sibata 2004an dikin. Ew roja ku terorîstên tarîperest di sibeheke cejnê de, bi kîn û nefreteke reş, du baregehên sereke yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kirin armanc û komek serkirde û têkoşerên diyar û welatiyên bêtawan şehîd û birîndar kirin."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Ew di demekê de şehîd bûn ku mijûlî pîrozbahiya cejnê û bihêzkirina pêkvejiyan û hezkirinê bûn, lewma bîranîna wan tenê bibîranîna êşekê nîne, her wiha tekezkirin e li ser wan nirxên ku wan di ber de canê xwe da.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku wefaya herî baş ji bo xwîna şehîdên 1ê Sibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê, parastina destkeftan, kûrkirina canê pêkvejiyan, pêkvekarkirin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ye.
Nêçîrvan Barzanî dawiyê destnîşan kir, "Divê em vê bîranînê bikin hêwênê derbaskirina nakokiyan û karkirina ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo nifşên me ku hêjayî qurbanîdana şehîdên me be. Silav ji bo canê pak ê şehîdên 1ê Sibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê. Silav û serbilindî ji bo mirovên wan ên serbilind."