Mesrûr Barzanî: PDK û YNKê li ser postê serokomariya Iraqê li hev nekiriye

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: PDK û YNKê li ser postê serokomariya Iraqê li hev nekiriye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Sibatê dema beşdariya merasîma Şehîdên 1ê Sibatê ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsên wan da.

Serokwezîr Barzanî li ser posta Serokomarê Iraqê got ku, hê tu lihevkirin çênebûne, hevdîtin berdewam in û diyar kir: “Em ê li gorî berjewendiyên bilind ên gelê xwe biryarê bidin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû û hilbijartina Serokomarê Iraqê du mijarên cuda ne û divê neyên tevlîhevkirin.

Mesrûr Barzanî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn, Serok Barzanî di peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de rola sereke lîstiye û hêvî kir ku aştî û aramî vegere Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.