Deriyê Hacî Omeran ê navbera Rojhilat ji nû ve vebû

Dîroka Weşanê :
Deriyê Hacî Omeran ê navbera Rojhilat ji nû ve vebû

PeyamaKurd- Deriyê sînorî yê Hacî Omeran ê ligel Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku doh 29ê Kanûnê ji ber berfê hatibû daxistin, îro 30yê Kanûnê cardin ji bo danûstandina bazirganî û çûnûhatina geştyarên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de hate vekirin.

Rêvebirê Gumrikê û Serpereştê Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê bi Wekalet Hêmin Mistefa ji medya Kurdistanê re ragihand: “Ji ber berf û qeşaya zêde ya li aliyê Rojhilatê Kurdistanê, danûstandina bazirganî bi tevahî rawestiyabû û arêşe ji bo aliyê geştyarî jî çê bûbûn.”

Hêmin Mistefa got: “Îro (Sêşem, 30..12.2025) rêyên wî alî ji berfê hatin ramalîn û tevgera bazirganî û geştiyariyê li deriyên navneteweyî yên Hacî Omeranê û Temerçînê bi awayekî normal hat destpêkirin.”

Hêjayê gotinê ye, li hemû parçeyên Kurdistanê û bajarên wan îsal zivistaneke dijwar heye û bi hezaran rêyên çûnûhatinê jî ev çend roj in hatine girtin. Bi taybet li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bandoreke neyînî ya berf û seqemê li ser welatiyan çêbûye.