PeyamaKurd- Wezareta Karên Navxwe ya Lîbyayê ragihand ku qutiya reş a balafira ku li derdora Enqereyê ketibû û şanda fermandariya artêşa Lîbyayê tê de can dabû, ji bo lêkolînê şandine Almanyayê.
Wezaretê da xuyakirin ku armanca wan ew e "analîzeke teknîkî ya piştrastkirî" bê kirin.
Li aliyê din, Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu jî li ser hesabê xwe yê Xê got, ji bo diyarkirina sedema ketina balafirê, cîhazên tomarkirina deng û daneyên firînê dê li welatekî bêalî bên lêkolînkirin lê nav eşkere nekiribû.
Li Almanyayê cîhazên tomarkirina firînê bi piranî ji aliyê Buroya Lêkolîna Qezayên Balafiran a Federal (BFU) a li Braunschweigê ve têne lêkolînkirin.
Wezareta Navxwe ya Lîbyayê diyar kir ku dozgeriya Tirkiyeyê jî soz daye ku piştgiriyê bide lêpirsînê û hemû belge û tomarên kamerayan pêşkêş bike.
Herwiha hat ragihandin ku polîsên Lîbyayê ji bo piştrastkirina nasnameya kesên ku di bûyerê de can dane, nimûneyên DNAyê ji xizmên wan wergirtine û şandine Tirkiyeyê.
Balafira cureyê Falcon 50 piştî ku ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê rabûbû li nêzîkî navçeya Haymanayê ketibû.
Di balafirê de Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Hedad, Fermandarê Hêzên Bejahî Korgeneral Futûrî Grîbel, Midûrê Saziya Hilberîna Leşkerî Tûggeneral Mehmûd El-Kutawî, Şêwirmendê Sererkaniyê Mihemed El-Essawî Diyab û Wênegirê Ofîsa Medyayê Mihemed Omer Ehmed Mahcûb hebûn.
Di qezayê de tevî 3 muretebatan hemûyan jiyana xwe ji dest dabû.