PeyamaKurd – Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê budçeyek taybet hatiye veqetandin.
Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, duh, roja 25ê Rêbendana 2026an, biryarek fermî îmze kir da ku 500 mîlyon dînar ji bo alîkariya herêmên Rojavayê Kurdistanê were dabînkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, her wiha ferman ji hemû saziyên pêwendîdar re hatiye şandin da ku ji bo zêdekirina alîkariyên darayî yên bo Rojava bikevin tevgerê.
Di heman demê de, liv û tevgera mirovî ya li ser erdê jî berdewam dike; Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ragihand ku di 25ê Rêbendanê de 16 kamyonên din ên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine ji bo ku bigihînin destê hewcedaran.