PeyamaKurd- Hate ragihandin ku veberhêner û karsazên li Herêma Kurdistanê yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê, 700 milyon dînar alîkariya mirovî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê veqetandin, ku biryare wek qonaxa yekem ji bo dabînkirina pêdiviyên lojîstîk û mirovî bê bikaranîn.
Serokê Lijneya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di civîna rojnamevanî ya îro 26ê Çileyê hate lidarxistin de got ku ev hewldan beşek ji kampanyaya mirovî ya berfireh e ku gel, hikûmet û saziyên cûrbecûr ên Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên Rojava dest pê kirine.
Şukrî ragihand ku 700 milyon dînar ji hêla veberhêneran ve hatiye berhevkirin û radestî Lijneya Veberhênanê hatiye kirin da ku alav û materyalên pêwîst bikirin û ji deverên bandordar re werin şandin.
Serokê Lijneya Veberhênanê tekez kir ku ev alîkarî dê wekî qonaxa yekem werin şandin û dê hemahengî bê kirin da ku di zûtirîn demê de bigihîjin welatiyên ku ji rewşa dawî û krîza mirovî bandor bûne.
Hêjayî gotinê ye, ev kampanya piştî ferzkirina şer û pevçûnên çekdarî yên nexwestî li Rojavayê Kurdistanê û derketina krîza mirovî ya kûr hatiye hatiye destpêkirin û li seranserê Herêma Kurdistanê jî berdewam dike.