Dezgeha Barzanî: Me alîkarî gihand zêdetirî 46 hezar kesî li Rojavayê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Dezgeha Barzanî: Me alîkarî gihand zêdetirî 46 hezar kesî li Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, amarên herî dawî yên operasyona mirovî ya li Rojava eşkere kirin.

Ehmed di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê ragihand ku heta niha wan alîkarî gihandiye 7,005 malbatan ku bi giştî dike 46,421 kes.

Ji destpêka krîza dawî û êrîşên çekdarên bi ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve, Dezgeha Barzanî bi 133 kamyonan alîkariyên cihêreng gihandine herêmê.

Mûsa Ehmed destnîşan kir ku belavkirina sotemenî û pêdiviyên dayik û zarokan berdewam dike û plana wan heye ku heta dawiya vê hefteyê 536,000 lître mazotê li ser welatiyan dabeş bikin.

Ehmed her wiha ragihand ku tîmên wan niha li Tirbespiyê û Dirbêsiyê çalak in û hedefa wan a din jî gihandina alîkariyan bo bajarê Hesekê ye.