"HSDê daxwazên dawî yên Hikûmeta Sûriyeyê qebûl kir"

Dîroka Weşanê :
"HSDê daxwazên dawî yên Hikûmeta Sûriyeyê qebûl kir"

PeyamaKurd – Çavkaniyek ji Rêveberiya Xweser ragihand ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) daxwazên dawî yên ku ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve hatine ragihandin qebûl kirine.

Çavkaniyê tekez kir ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê wê nekeve gund û bajarokên ku piraniya wan Kurd in û rêveberiya van deveran wê di destê HSDê de bimîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rêbaz di çarçoveya peymanên heyî de hatiye pejirandin, bi armanca pêşîgirtina li zêdebûna aloziyê û parastina aramiyê li herêmên Kurdî.