PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku çekdarên hikumeta demkî dibêjin droneke HSDê li eniya Dêr Hafirê hatiye xistin, lê ev îdia ne rast in.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser îdiayên ku droneke wan hatiye xistin daxuyanî belav kir.
HSEDê got: "Agahiyên hatine parvekirin ku droneke hêzên me li eniya Dêr Hafirê hatiye xistin em red dikin. Em diyar dikin ku ew dron bi tu awayî ne ya hêzên me ye."