PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanî ji DAIŞê de daxuyaniyek weşand û tekez kir ku ev serkeftin destpêka hilweşîna DAIŞê ye. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hember zextên li ser Kobanî bêdeng nemînin.
Fermandariya Giştî ya HSD di salvegera rizgarkirina tevahî ya Kobanî ji DAIŞê de di 26ê Çileya 2015an de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serkeftina Kobanî yek ji xalên herî girîng ên werçerxê di dîroka têkoşîna li dijî terorîzma cîhanî de bû û hat gotin, "Ev serkeftina dîrokî destpêka hilweşîna rastîn a rêxistina terorîst a herî hovane ya ku cîhana nûjen heya niha nas kiriye bû; wê îspat kir ku îradeya gelên azad dikare her projeyek tarî hilweşîne."
"YPG û YPJ li dijî projeya qirkirinê rawestiyan"
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şerê Kobanî ne tenê parastina bajarekî bû, lê têkoşînek ji bo parastina nirxên mirovî û rûmeta gelan bû û wiha hate gotin:
"Di xalek dîrokî de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li dijî projeyek qirkirinê ya rêxistinkirî rawestiyan, rê li ber rizgarkirina deverên berfireh ên Sûriyeyê vekirin û dawî li berfirehbûna xwînî li herêmê anîn."
HSDê hemû şervanên ku li Kobanî û di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got, "Em şervanên xwe yên mêr û jin ên ku tevahiya barê vê eniya dîrokî hilgirtine silav dikin."
"Kobanî îro dîsa tê hedefgirtin"
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 11 sal ji ser serkeftinê derbas bûne jî, Kobanî bi gefên nû re rû bi rû ye, û bajar rastî zext û dorpêçê tê.
Daxuyaniyê wiha domand: "Armanckirina îro ya Kobanî êrîşeke rasterast li ser sembola serkeftina li dijî DAIŞê ye. Ev ne serbixwe ye ji hewldanên têkbirina projeya aramiyê û vekirina rê li ber vegera terorîzmê."
Bang li Civaka Navneteweyî
Fermandariya Giştî ya HSDê ji raya giştî ya cîhanê re bi bîr xist ku bêîstîqrariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ewlehiya navneteweyî xetereyek çêdike û ev peyam da:
"Parastina destkeftiyên serkeftina li dijî DAIŞê û garantîkirina ewlehiya van herêman ne hilbijartinek siyasî ye, lê berpirsiyariyek exlaqî û qanûnî ya hevpar e. Bêdengmayîn li hember êrîşên li ser Kobanî bi qurbaniyên ku ji bo têkbirina terorîzmê hatine dayîn re nakok e."
Daxuyanî bi dubarekirina pabendbûna HSDê ya parastina Sûriyeyê ji bo avakirina pêşerojek demokratîk û parastina destkeftiyên şehîdan bi dawî bû.