PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro Yekşemê 18ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyan de hevahengiyeke baş ji bo çavdêrîkirina sînoran heye.
Wezaretê diyar kir, ew bi Pêşmergeyan re bi hev re rewşê ji nêz ve dişopînin û rûbirûyî her gefeke terorê dibin.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser rewşa sînorên Sûriyeyê jî da da zanîn: “Heta niha tu binpêkirin nehatine tomarkirin, tevî wê yekê jî bizavên ji bo xurtkirina hevahengiyê bi aliyê Sûriyeyî re ji bo parastina aramiya deverê berdewam in.”
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî piştî êrîşên berfireh ên hêzên Şamê bi ser taxên Kurdî yên Helebê û deverên din hate dayîn ku herî dawî HSDê vekişîna xwe ya ji Rojavayê Firatê ber bi rojhilat ve ragihandibû.