Macron û Şara civînek krîtîk li dar xistin: Yekîtîya Sûrîyê bi entegrekirina HSD ve girêdayî ye

Dîroka Weşanê :
Macron û Şara civînek krîtîk li dar xistin: Yekîtîya Sûrîyê bi entegrekirina HSD ve girêdayî ye

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Ehmed Şara re axivî, got ku yekîtiya Sûriyeyê bi entegrekirina HSDê ve girêdayî ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku îro sibehê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re bi têlefonê axivî ye.

Macron bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî X daxuyaniyek da û li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, pêvajoya agirbestê û rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) peyamên krîtîk da.

"Em ji operasyonan bi fikar in"

Macron diyar kir ku di dema axaftinê de, wî fikara xwe ya li ser zêdebûna rageşiya li Sûriyeyê û berdewamiya operasyona leşkerî ya ji hêla rayedarên Sûriyeyê ve tê kirin ji Ehmed Şara re ragihand.

Bang ji bo agirbestek mayînde û HSD

Serokê Fransayê tekez kir ku "agirbestek mayînde" li herêmê pir girîng e. Di beşa herî balkêş a daxuyaniya xwe de, Macron behsa rewşa HSDê kir û destnîşan kir:

"Li gorî nîqaşên Adara borî, divê li ser entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dewleta Sûriyeyê de lihevkirinek were çêkirin. Yekîtî û aramiya Sûriyeyê bi vê ve girêdayî ye."

Daxuyaniya Macron wiha ye:

"Îro sibê min bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re axivî. Min fikarên me yên li ser zêdebûna rageşiyê li Sûriyeyê û berdewamiya operasyona ku ji hêla rayedarên Sûriyeyê ve tê kirin, ji wan re ragihand. Agirbesteke mayînde pêwîst e, û divê li ser bingeha hevdîtinên ku di meha Adara borî de hatine kirin, lihevkirinek li ser entegrekirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê di nav dewleta Sûriyeyê de were kirin. Yekîtî û aramiya Sûriyeyê bi vê ve girêdayî ye."