PeyamaKurd – Di sala 2025an de, di deriyê Xabûrê de bi miqdarê 3,4 milyar dolarî ji Tirkiyê îxracat hat kirin. Di roja Gumrikê ya Dinyayê de rêvebiriya gumrikê ya Xêbûrê çalakiyekî li dar xist.
Di temamê sala 2025an de ji deriyê Xabûrê 3,4 milyar dolar îxracat hatiye kirin,1 milyon û 733 hezar erebe tê de derbas bûne û bo 3 mîlyon û 514 hezar rêwiyan kiryarên gumrikê hatine kirin.
Rêvebirê Gumrikê û hem rêvebirê bazirganiya derve yê İpekyolu Şanverdi got ku di sala 2025an de 1 milyon û 733 hezar erebe çûne û hatine, li seranserê deriyên gumrikê yên Tirkiyê bo sala 2025an îxracat gihaye 273 milyar 434 milyon dolarî. Ji vê parê, para deriyê Xabûrê 12 milyar û 382 milyon dolar e. Iraq ji bo îxracata Tirkiyê di nav 10 welatên ewilî de di rêza 5em de ye. %4,5 îxracata Tirkiyê di vî deriyi de têkirin.
Bi çûn û hatinê û hem her ereba deras dibe pere dide gumrikê û herkesê derbas dibe jî 910 lîra pere dide gumrikê. Eger ev hemû bi temamî bên hesabkirin, ji 12 milyar dolarî derbas dike.