PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Rihayê kirina çalakiyan ya meşê, protestoyan, ragihandina çapemeniyê û çalakiyên weka wan ji bo 5 rojan bi sedema ewlehiya bajêr qedexe kir.
Qedexeya çalakiyan ji roja 27.01.2026an seet di 00.01an destpêdike û di 31.01.2026an seet 23.59an de diqede.
Di nav qedexê de, nevenda bajêr û temamê navçe û nahiyeyên bajêr hene.