Li Erbîlê ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Li Erbîlê ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê li taxa Sorçiyan ji heman malbatê dê, bav û kur hatin kuştin. Lig ot gotina mirovên malbatê; dê û bav fetisandine û kur jî bi kêrê kuştine.

Cînar heya şeva Yekşemê jî din av malbatê de dibînin ku çûn û hatin heye lê roja Duşemê piştî nîvro kes ji malbatê agahiyan nastîne.

Heya niha bo çi bûyer qewimiye û kî kuştinan kiriye nayê zanîn lê hêzên asayîşê lêpirsînekî fireh da destpêkirin.

Bo zanîna sedema kuştinê û çawayiya wê cesedan birin morga tiba edlî ya bajarê Erbîlê.

Li gor zanînê, bav (60) xaneşîn, dê (59) mamoste û kur jî (25)  endazyar bûye.