Pizişkiyan: Em bi Amerîka, Îsraîl û Ewropayê re di şerekî giştî de ne

Dîroka Weşanê :
Pizişkiyan: Em bi Amerîka, Îsraîl û Ewropayê re di şerekî giştî de ne

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku armanca DYA, Îsraîl û hin welatên Ewropayê rûxandina Îranê ye û ew bi van welatan re di nav şerekî giştî de ne.

Pizişkiyan di hevpeyvîna xwe ya ku di malpera fermî ya rêberê Îranê Elî Xameneyî de hat weşandin de bal kişand ser wê yekê ku rewşa niha ji şerê bi Iraqê re tevlîhevtir û dijwartir e.

Pizişkiyan da zanîn ku di dema şerê Iraqê de enî û armanc diyar bûn, lê îro Îran ji her alî ve hatiye dorpêçkirin, rê li ber bazirganiya wê tê girtin û bi rêbazên cuda di bin zextê de ye.

Serokomarê Îranê destnîşan kir ku Îsraîl propagandaya wê yekê dike ku hikûmeta li Îranê qels e û hêvî dike di rewşa şerekî de Îran bêşert û merc teslîm bibe; lê belê berevajî vê yekê, li welat yekîtî û bihevrebûn zêdetir bûye.

Pizişkiyan herwiha anî ziman ku artêşa Îranê ji aliyê alav û personel ve li gorî berê di rewşeke bihêztir de ye û tekez kir ku li hemberî êrîşeke muhtemel, ew ê helwesteke pir bi biryartir nîşan bidin.