PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê da û ragihand ku bangên wan nîşaneya têkçûnê ne û dê nikaribin fitneyê bixin navbera pêkhateyan.
Navenda Ragihandina HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva bangên Şamê yên ji bo şervanên HSDê da û got: "Ew bangên ku ji aliyê 'Wezareta Parastinê' ya li Şamê ve hatine kirin û hewl didin şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin hedef, ji bilî bangên bêhêvî û eşkere ne tiştekî din in. Ev bang îflasa siyasî û leşkerî nîşan didin û hewldaneke têkçûyî ne ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de."
Hate diyarkirin, HSD bi hemû pêkhateyên xwe ve hêzeke yekgirtî ye û wiha hat gotin: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ve hêzeke niştimanî ya yekgirtî pêk tînin û di rûbirûbûna terorê û parastina sivîlan de bi xwînê bûn yek.
Ev şervan û malbatên wan zarokên vî welatî ne, di girêdana xwe de niştimanperwer in û bijarde û helwesta wan zelal e. Wan bi salan e bi qurbaniyan îsbat kiriye ku yekîtiya wan ji hemû hewldanên fitneyê xurttir e. Bangên wiha yên bêhêvî dê bandorê li wan nekin û dê tenê bibin sedema zêdebûna hevgirtina di navbera zarokên herêmê û kombûna li dora hêzên wan de."
HSD destnîşan kir ku hewldanên Şamê bê encam in û wiha hate gotin: "Hewldanên ji bo perçekirina refan û çandina fitneyê dê tiştekî ji rastiyên li ser erdê neguherînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li gel xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hemberî terorê û her kesê ku dixwaze bi awayên nû wê veguhêze, di refekê de bimînin."