PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên 11ê Mijdarê de 1,101,357 deng wergirtiye, ku ew di sê deveran de bûye partiya herî populer.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên parlementoya Iraqê yên 11ê Mijdarê ragihand.
Li gorî encamên hilbijartinên parlementoya serdema şeşemîn, PDK bi wergirtina herî zêde dengan li sê deveran: Hewler, Duhok û Nînewa, hilbijartin bi ser ket.
Tenê li van sê deveran, PDK 973,149 deng bi dest xistiye û 23 kursî di Parlamentoya Iraqê de bi dest xistiye.
Li gorî agahiyan, PDK li her yek ji wan li Hewler û Duhokê 9 kursî, li Nînewa 5, li Silêmaniyê 2 û li Kerkukê 1 kursî bi dest xistiye.
Rêjeyên dengan wiha ne:
Hewlêr: 369,724 deng
Duhok: 413,890 deng
Nînova: 189,535 deng
Silêmanî: 68,834 deng
Kerkûk: 59,374 deng
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên parlementoyê yên serdema 6-an ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin, roja Yekşemê 9ê Mijdarê û dengdana giştî jî roja Sêşemê 11ê Mijdara 2025an pêk hat.