PeyamaKurd – Piştî berfa zêde bariya li bajarê Bedlîsê navenda şemateka berfê ya Xana El Amanê tije muşterî bûn û gelek kes bi malbatên xwe ve çûn navendê.
Xelkê diçin navnendên şematekê, xwe li ser berfê dişemitînin û hem snowboardê dikin. Yên van karan nakin jî dikarin xwarina xwe li wê derê bixwun, vexwun û razên.
Navenda Xana El-Amanê ya şematekê xwediyê tesîsên başin û hem bo Zivistanê jî dahatekî baş bo xelkê tîne.