PeyamaKurd- Li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin, li dijî gendelî, kêmbûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Hate ragihandin ku îro 2yê Çile bi dehan kesên xelkên bajarê Girê Spî û Serêkaniyê daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin.
Hate diyarkirin ku welatiyan daxwaza baştirkirina xizmetguzariyên wekî elektrîk, gaz û tenduristiyê kir.