Malabata ji 7 kesan bi sedema gaza ji sobê derket bi jehrê ketin

Dîroka Weşanê :
Malabata ji 7 kesan bi sedema gaza ji sobê derket bi jehrê ketin

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) ji soba malekî ku 7 kes tê de diman, gaza karbonmonoksîtê derket û her 7 kesên di malê de ji ber gazê bi jehra wê ketin. Her 7 kesên malbatê birin nexweşxanê û ji yana hinek kesên malbatê di taûlkê de ye.

Bûyer li taxa Vatanê do bi şev çêbû. Bav û dêya malbatê M.U. û A.U. xwediyê 5 zarokane û piştî soba komurê vêxistin di xew de çûn.

Serê sibê wexta mirovên malbatê ji malbatê xeber nestendin, çûn mala wan û zorê dan deriyê malê û ketin hundir. Wexta dîtin bi jehrê ketine, telefonê tîmên 112an kirin û dê û bav bi temamê malbatê bi zarokên malê ve M.U. dayka malabatê A.U. , zarokên wan  İ.U., M.U., S.U., Z.U.,Y.U. bi ambûlansan birin nexweşxanê bo tedawiyê.

Di nav malbatê de hene ku jiyana wan di talûkê de ye.